Şaredariya Hewlêrê li hember metirsiya rabûna lehiyan kete amadebaşiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û hatina pêleke baranê, tîmên şaredariyê dest bi amadekariyên berfireh kirin.
Serokê Şaredariya Hewlêrê Dr. Karzan Hadî îro 6ê Berçile ji K24ê re ragihand, li ser raspartina Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, civînek ligel hemû rêveber, serpereşt û berpirsên beşên sînorê serokayetiya şaredariyê pêk aniye.
Serokê Şaredariya Hewlêrê diyar kir, di civînê de plan û amadekariyên ji bo rêgirtina li komkirina avê û kêmkirina metirsiya lehiyê hatine gotûbêjkirin û got: "Tiştê ku pêwîst be ji bo rêgirtina li lehiyê, hatiye kirin."
Dr. Karzan Hadî destnîşan kir jî, tekezî li ser hevahengiya di navbera şaredarî û aliyên peywendîdar de hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê, tîm û lijneyên şaredariyê dê di rewşa "amadebaşiyê" de bimînin.
Herwiha karên wekî paqijkirina kend û rêrewên avê, vekirina serê menholan û çeperên wergirtina avê bi hûrgilî têne şopandin û paqijkirin.
Rêveberiya Keşnasiyê pêşbînî kiriye ku di vê hefteyê de pêleke baranê Herêma Kurdistanê bigire û ev pêl dê çend rojan berdewam bike.
