Krîza xwînê li Qamişloyê jiyana nexweşan xistiye xeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - Krîza xwînê jiyana nexweşên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê xistiye xeterê, welatî jî ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê daxwaza avakirina bankeke xwînê dikin.
Bajarê Qamişloyê rûbirûyî krîzeke giran a kêmbûna xwînê bûye, ku bandoreke neyînî li ser nexweşan kiriye û jiyana gelek kesên ku hewceyê veguhestina xwînê ne xistiye xeterê. Ev rewşa xirab, ku hin caran bûye sedema mirina nexweşan, di serî de ji ber nebûna bankeke xwînê ya çalak li wî bajarî ye.
Welatî û bijîşk nîgeraniya xwe ya mezin li ser zehmetiyên peydakirina xwînê ji nexweşan re diyar dikin, xasma jî ji bo operasyonên ji nişkê ve û qurbaniyên rûdanan.
Welatiyekî Qamişloyê bi navê Îsmaîl Hesen behsa wê zehmetiyê dike ya ku wî bi peydakirina xwînê ji bo zarokê xwe ve dîtiye, ku hewceyê operasyonekê bû. Amaje jî da, "Xwîn ji bo xelkê giştî bedrest nîne û di dema krîzan de nebûna xwînê pir caran dibe sedema rewşên trajîk û mirinê."
Birêvebira Nexweşxaneya Selamê Menal Mihemed got, “Xwîn ji bo operasyonan, operasyonên bûna zarokan û çareserkirina birîndarên rûdanan, gelek pêdivî ye.” Amaje jî da, "Berî çend salan bankeke xwînê ya gelek çalak hebû, ku hemî cûnên xwînê dabîn dikirin, lê niha karmendên bijîşkî û malbatên nexweşan neçar in ku bi lez û bez di nav kesûkarên xwe de li pêşkêşkerên xwînê bigerin, ku pir caran dem winda dibe û nexweş nagihîjin çareseriyê.”
Birêvebira Nexweşxaneya Selamê bi eşkereyî sedema vê pirsgirêkê ji bo "nebûna bankeke xwînê ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve" vegerand.
Rawestandina karûbarên gelek navendên tenduristiyê û kêmiya alav û pêdivîtiyên bijîşkî li Rojavayê Kurdistanê krîza tenduristiyê mezintir kiriye. Karbidestên tenduristiyê li wê derê daxwaza piştgirî û alîkariyên bilez dikin, da ku pergala tenduristiyê xurt bikin û bikarin xizmetên pêdivî pêşkêşî xelkî bikin û çareserriyên guncayî ji nexweşan re peyda bikin.