Fransayê 13 jin û zarokên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fransayê îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) ragihand ku, 10 zarok û sê jinên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine, ku jiyên wan di navbera 18 heta 34 saliyê de ne.

Dozgerê Giştî yê Neteweyî yê Dijeterorê di daxuyaniyekê de got, “Du jin li ser daxwaza dadwerê lêkolînê hatine girtin.” Amaje jî da, "Jina din dê îro li beranberî dadwerê lêkolînê amade bibe û dibe ku tawan li ser wê bê selimandin.”

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin, "Zarokên di bin jiyê qanûnî de dê di çarçoveya rêkarên alîkariya perwerdehî de li jêr çavdêriya dozgerê giştî yê Dadgeha Dadweriyê ya Vêrsayê ya Çavdêrîkirinê werbigirin", herwesa çavdêr dê ji bo zarokên biçûk bên dabînkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê di wî warî de got, “Fransa ji bo hêsankirina vê pêvajoyê spasiya Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dike.”

Fransayê ji Tîrmeha 2023ê ve vegerandina malbatên Fransayî ji Sûriyeyê rawestand, herwesa ji sala 2019ê ve hejmareke mezin a jin û zarokên Fransayî ji Sûriyeyê vegerandiye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li sala 2022ê Fransa şermezar kir, ku nekarîbû malbatên cîhadî yên Fransayî ji Sûriyeyê vegerîne.

 
Fly Erbil Advertisment