Li Qamişloyê xwenîşandanek ji bo daxwazkirina nenavendîtiyê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser û daxwazkirina nenavendîtiyê derketin ser cadeyan. Ev jî di demekê de ye ku, danûstandinên di navbera Kurdan û Şamê de li ser paşeroja deverê gihîştine asteke bêçare.

Ajansa France Pressê parve kiriye, “Bi hezaran kes li deverên di bin kontrola Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) derketin ser cadeyan û xwenîşandan kir, da ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û ji bo paşeroja welatê xwe pergaleke nenavendî bixwazin.”

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja 10ê Adarê peymanek ji bo hevgirtina dezgehên sivîl û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê bi Hikûmeta Sûriyeyê re îmze kir, wekî deriyên sînorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê.

Herwesa ew peyman yekparçeyîya axa Sûriyeyê tekez dike û parvekirina wê jî red dike. Ji dema îmzakirina wê ve gelek rûniştin ji bo danûstandinan hatine lidarxistin lê heta niha çi pêşkeftinek di vî warî de çê nebûye.

Ajansa navbirî di wî warî de amaje jî da, “Wan ji ber cudahiyan bicîhanîna wê peymanê rawestandiye. Kurd daxwaza nenavendîtiyê dikin, lê Şam vê daxwazê ​​red dike. Heta niha wan çend civîn li dar xistine, lê hemî jî bê encam mane.”

Endamê Komîteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Aldar Xelîl jî di wî warî de ragihand, "Dema ku em behsa nenavendîtiyê dikin, em wê ji bo tevahiya Sûriyeyê dixwazin, ne tenê ji bo devera xwe."

Aldar Xelîl tekez jî kir, "Ger pirsa Kurdan neyê çareserkirin, Sûriye dê nebe dewleteke demokratîk û krîz jî dê bi dawî nebin."

Herwesa rayedarên Kurd rexne li carnameya destûrî ya demkî ya Sûriyeyê, ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed ji hêla desthilata nû ya Şamê ve hatiye pejirandina, girtiye û got ku pirrengiya Sûriyeyê tê de nîne.

Pevçûnên li parêzgeha Suweydayê di meha Tîrmehê de û komkujiyên li ser civaka Elewiyan li peravên Sûriyeyê di meha Adarê de nîgeraniyên Kurdan zêdetir kirine.

Meha borî, Kurdên Sûriyeyê rexne li pêvajoya hilbijartinên parlemantoyê girt û ew wekî hilbijartinên nedemokratîk wesifandin, piştî ku rayedaran ew pêvajo li herdu parêzgehên Reqa û Hesekeyê paş xist.

 
Fly Erbil Advertisment