Serok Barzanî pîrozbahî li Elî Zeydî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pîrozbahî li Elî Zeydî kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwest, ku ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê hatiye raspartin. Tekez jî kir ku raspartina Zeydî derfetek e ji bo edilandina pêvajoya siyasî ya Iraqê.
Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê axivîn.
Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî di wê peywendiya telefonî de pîrozbahî li Elî Zeydî kiriye, bi helkefta raspartina wî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re xwest.
Serok Barzanî herwesa raspartina Elî Zeydî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê wekî derfetekê ji bo vegerandina pêvajoya siyasî ya Iraqê ji bo ser rêgeya rast hesiband.
Ev peywendî piştî wê yekê hat kirin ku duhî (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) bi rengekî fermî Elî Zeydî wekî berbijarê xwe ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê diyar kir.