Fraksiyona PDKê pîrozbahî li Elî Zeydî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta serokwezîrê federal hatiye erkdarkirin, herwesa hêviya serkeftinê jî di birêvebirina erkên xwe û pêkanîna hikûmeta nû de ji wî re xwest.
Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta serokwezîrê federal hatiye erkdarkirin.
Fraksiyona PDKê herwesa hêviya serkeftinê jî di birêvebirina erkên xwe û pêkanîna hikûmeta nû de ji wî re xwest. Herwesa got: “Qonaxa niha pêdivîtî bi vegera ji bo destûrê û karkirina cidî heye daku rêya siyasî bê rastkirin, bi rengekî ku çareserkirina dosyayên hilawîstî misoger bike û zimanê hîkmetê di rûbirûbûna qebxwaziyan de baladest be.
Fraksiyona PDKê tekez jî kir: "Em li bendê ne ku qonaxeke nû ji hevahengiyeke berpirsyarane dest pê bike, ku bibe sedema çespandina hevpariyeke rastîn di birêvebirina dewletê de û dabînkirina daxwazên hemî nifşên gelê Iraqê ."
Ev helwesta Fraksiyona PDKê piştî wê yekê tê ku Çarçoveya Hevahengiyê duhî (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) Elî Zeydî bi rengekî fermî wekî berbijarê xwe ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê diyar kiribû.