Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Farûq Refîq re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbata nivîskar û hizirmendê Kurd Farûq Refîq re dixwaze, ku îro li Hewlêrê koça dawiyê kiriye. Serokê Hikûmetê di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbat û hevalên wî nîşan da.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) peyamek belav kir û tê de ragihand: "Ji bo koça dawiyê ya hizirmend û nivîskarê naskirî yê Kurd Farûq Refîq, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevbeşê xema wan im."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbata wî jî."
Farûq Refîq nivîskar û rewşenbîrekî navdar ê Kurd bû, îro 28ê Nîsana 2026ê li mala xwe li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.