Wezareta Tenduristiyê haydariyekê dide nexweşxaneyên taybet

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsarek weşand û tê de nexweşxaneyên taybet haydar kirin ku, bi tu awayekî nabe xercî li ser wan nexweşan bê zêdekirin, ên ku berî kirina operasyonan pişkinînên vîrosan ên HIV û Hepatitis B dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) ragihand, “Ew nexweşên ku berî operasyonan pişkinînên vîrosan ên HIV û Hepatitis B jê re tên kirin û encamên wan pozîtîf derdikevin, divê operasyon her bi wî bihayî ji bo wan bên kirin û divê li ser wan neyê zêdekirin.”

Wezareta Tenduristiyê amaje jî da ku, nabe bihayê operasyonan bê duqatkirin an jî zêdekirin.

Wezareta navbirî tekez jî kir ku, divê operasyon neyên paşxistin an betalkirin, herwesa nabe ku bi tu hincetan pereyê zêde ji nexweş bê wergirtin.

 

 
Fly Erbil Advertisment