Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê li bajarê Ebû Dhabî, rewşa giştî ya Iraqê ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û guhertin û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 5ê Berçileya 2025an di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.
Hevdem Mesrûr Barzanî derbarê mijarê de li tora civakî ya Facebookê nivîsî: "Ez kêfxweş bûm ku careke din çavê min bi birayê min ê hêja û birîz Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Îmaratê ket."
Herwiha di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye destnîşankirin ku di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û guhertin û pêşhatên dawî yên herêmê hatine gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya berdewam a dewleta Îmaratê kir û xwasteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên dualî tekez kir. Her wiha destnîşankirina nûnerekî Îmaratê yê taybet bi karûbarên aborî li gel Herêma Kurdistanê, bilind nirxand.
Herwiha hate diyarkirin ku her du alî li ser giringiya bihêztirkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di hemû waran de hevnêrîn bûn.
