Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îmaratê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên xwe kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Berçileya 2025an li ser tora civakî ya (X) nivîsî: "Me li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayîd Al Nehyan, tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina peywendiyên xwe kir."

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: "Me dawîn guhertinên rewşa giştî ya Iraqê û herêmê gotûbêj kirin."

 
Fly Erbil Advertisment