Kêmtirîn mûçeyê karkerên xanenişînkirî bo 500 hezar dînaran hat zêdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Kar û Garantiya Civakî biryar daye ku, mûçeyên karkerên xanenişînkirî wekhevî mûçeyên fermanberên xanenişînkirî yên sektora giştî bike.

Rêveberiya Giştî ya Kar û Garantiya Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) ragihand, “Li gorî biryara Encûmena Wezîran, biryar hat dan ku kêmtirîn mûçeyê karkerên xanenişînkirî bi 500 hezar dînaran diyar bike, ku wekhevî mûçeyên fermanberên xanenişînkirî yên sektora giştî ye.”

Rêveberiya navbirî amaje jî da, “Encûmena Rêveber a Xezneya Xanenişîn û Garantiya Civakî ya Karkeran di civîna xwe ya 179ê de, li ser biryara Encûmena Wezîran a hejmar 259 ya roja 3.7.2024ê, li ser bingeha qanûna hejmar 4 a sala 2012ê, guhertina qanûna bicîhanîna qanûna xanenişîn û garantiya civakî ji bo karkeran, radeya herî kêm a mûçeyên karkerên xanenişînkirî diyar kir.

Her wê rêveberiyê ron jî kir, li gorî qanûna xanenişîniyê ya yekgirtî ya hejmar 9 a sala 2014ê ya Iraqê, 500 hezar dînar hatine diyarkirin.

Nêzîkî 1000 karkerên xanenişînkirî li Herêma Kurdistanê hene, ku mûçeyên wan ên mehane ji hêla Xezneya Xanenişîn û Garantiya Civakî ve tên dabînkirin. Xanenişînkirina karkeran ji bo wan karkeran e yên ku hatine garantîkirin, û ji ber zêdebûna jiyên wan an mirin an jî birîndarbûnê tên xanenişînkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment