Serokwezîr Mesrûr Barzanî Rêya Şêxan-Lalişê li Dihokê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Îlonê projeya stratejîk a Rêya Dualî ya Şêxan-Lalişê li parêzgeha Dihokê bi fermî vedike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja 21ê Îlona 2024an, di merasîmeke taybet de kevirê bingehîn ê projeya stratejîk a rêya dualî ya Şêxan-Lalişê li sînorê parêzgeha Dihokê danî.
Di axaftina xwe ya li merasîmê de, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser girîngiya projeyê, parastina çanda pêkvejiyanê û asayîkirina rewşa Şingalê kir û ragihand, bi temambûna vê projeyê re, sektora veguhestin û hatûçûnê li deverê dê bi awayekî berçav pêş bikeve û gelek asankarî dê ji bo serdanerên Perestgeha Lalişê û welatiyên herêmê çêbibe.
Amaje bi wê yekê kir, devera Şêxanê ji aliyê "aborî, çandinî, geştyarî û şûnwarî ve" xwedî girîngiyeke mezin e û got: "Devera Şêxan mînakeke gelek ciwan a çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ye. Em bi vê çandê û bi ruhê qebûlkirina hevdu ciwan in û serê me li hemberî tevahiya cîhanê pê bilind e. Lewma ji bo xizmetkirina vê deverê, em ê ti kêmasiyê nekin."
Pabendbûna bi Mafên Êzidiyan û Rêkeftina Şingalê
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser rewşa civaka Êzidî û tekez kir: "Xwişk û birayên me yên Êzidî, tevî hemû karesat, ferman û komkujiyên ku bi serê wan de hatine, di parastina ziman, çand û nasnameya xwe de berdewam in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dike ku pabend e bi parastina mafên xwişk û birayên Êzidî û dê hemû hewlan bide ji bo zêdetir xizmetkirina wan û kêmkirina êş û azarên wan."
Derbarê Rêkeftina Şingalê de jî, Serokwezîr got: "Em di hewlên xwe de ligel hikûmeta federalî ji bo asayîkirina rewşa Şingalê berdewam in, da ku milîs û komên çekdar li Şingalê nemînin û rêveberiya Şingalê jî bikeve destê xelkê resen ê deverê. Ev yek tenê bi cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê pêkan e, ku dê rê li ber ji nû ve avedankirina Şingalê û vegera serbilind a koçberan xweş bike."
"Karwanê Avedaniyê dê Berdewam be"
Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî xelkê parêzgeha Dihokê û devera Şêxanê kir ku deriyên malên xwe ji bo koçberan vekirin û got: "Heya ku em hebin, ev welat dê welatê pêkvejiyanê be."
Wî herwiha soz da ku "karwanê avedankirina Kurdistanê" dê berdewam be, tevî hemû astengî û dijwariyan û got: "Em xizmetkarên xelkê xwe ne û bi piştevaniya Xwedê û gelê xwe yê li ber xwe dide, em ê berdewam bin."
Taybetmendiyên Projeyê
Projeya Rêya Dualî ya Şêxan-Lalişê bi dirêjahiya 9 kîlometreyan û firehiya 25 metreyan e û li gorî standardên herî baş hatiye çêkirin.
Nirxê giştî yê projeyê zêdetirî 26 milyar dînaran e û hemû bingehên pêşketî yên rêyeke ewle û modern tê de hatine bicihanîn.
Herwiha rê bi şêwazekî nûjen û bi destê hêza kar a xwemalî hatiye avakirin.