Elî Teter: Dihok yek ji bajarên herî kesk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parka Serhildan ya nû li bajarê Dihokê îro 20ê Îlonê bi merasîmeke taybet, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar bû, hat vekirin. Di merasîmê de, Parêzgarê Dihokê Elî Teter axaftinek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser kalîteya parkê, projeyên berê û yên dahatû yên Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parêzgehê.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter di axaftina xwe de tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşxistina parêzgehê kir û diyar kir ku Parka Serhildan, projeyeke girîng e ku herêma pîşesazî ya berê ya bajêr veguherandiye cîhekî kesk û geş ji bo niştecihan.

Teter da zanîn, kevirê bingehîn ê Parka Serhildan berî demekê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû danîn. Projeya ku rûbera wê 122 hezar metre çargoşe ye û ji sedî 75ê wê ji bo qada kesk hatiye terxankirin, di nava salekê de temam bûye, tevî ku di destpêkê de dema wê ya temamkirinê sê sal û nîv hatibû destnîşankirin. 

Diyar kir jî, Parka Serhildan wek navendeke sereke ya geştyarî û bêhnvedanê ji bo bajarê Dihokê xizmetê dike û gelek xwaringeh, kafeterya, pêşangeh, şanoyeke romî ji bo çalakiyên çandî, qadên werzîşê û qadên lîstikê yên zarokan dihewîne. Parêzgarê Dihokê herwiha diyar kir ku herêma pîşesazî ya kevin veguheriye herêmeke nûjen û nû, û projeyê zêdetirî 62 milyon dolar lêçûye da ku rê ji vê destpêşxeriya kesk re vebe.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Parêzgarê Dihokê kurteyek li ser projeyên berfereh ên pêşkeftinê yên ku di serdema Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêmê de li Dihokê hatine cîbicîkirin pêşkêş kir û ragihand, di pênc salên borî de, tenê di navenda bajarê Dihokê de 452 proje hatine temamkirin û zêdetirî 480 proje di xebatê de ne. Herwiha 900 kolan û kuçe hatine çêkirin û 300ên din jî li benda temamkirinê ne. Van projeyan qîrkirina 618,828 metre çargoşe rê û betonkirina zêdetirî 211,311 metre çargoşe kolanan jî dihewînin.

Teter herwiha bal kişand ser zêdebûna berbiçav a qada kesk, ku zêdetirî milyonek û 624 hezar metre çargoşe qada kesk li Dihokê heye. Herwiha got, Dihok yek ji bajarên herî kesk e, û ev yek encameke rasterast a polîtîkayên Hikûmeta Herêmê û girîngiya taybet a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye.

Derbarê projeyên dahatû de, Parêzgarê Dihokê bal kişand ser çendîn projeyên din ên girîng, di nav de durêya Şêxan-Laliş ku îro ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat vekirin, û plana avakirina durêya Berdereş-Dihok. 

Parêzgarê Dihokê herwiha behsa "Projeya Ronakî" kir ku armanca wê dabînkirina elektrîka 24 saetan e ji bo tevahiya herêmê, ku bajarê Dihok û derdora wê sûdmendên sereke yên vê projeyê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment