Meral Daniş Beştaş: Divê Komîsyona Aştiyê mafê hêviyê yê Ocalan bike rojev

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, bang li Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku mijara "mafê hêviyê" ya ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan demildest bikeve rojeva wê. Beştaş herwiha tekez kir ku divê komîsyon ji bo guhdarîkirina pêşniyarên wî, serdana Ocalan bike.
Ev daxuyanî piştî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) hat, ku di 18ê Îlonê de derbarê doza "Koma Gurban" de hatibû dayîn. Di biryarê de, Komîteya Wezîran careke din bal kişandibû ser binpêkirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di heman rewşê de û daxwaza guhertinên yasayî ji Tirkiyeyê kiribû.
Komîteya Wezîran herwiha amaje pê kiribû ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku nû li parlamentoyê hatiye avakirin, dikare ji bo van guhertinên yasayî bibe platformeke girîng.
Li ser vê biryarê, Parlamenter Meral Daniş Beştaş ragihand ku biryara Konseya Ewropayê rasterast îşaret bi rola komîsyona aştiyê dike. Beştaş got: "Pêwîst e komîsyon demildest mafê hêviyê gotûbêj bike û pêşnûmayên yasayî yên pêwîst bîne rojeva Parlamentoyê."
Beştaş, ku di heman demê de endama komîsyonê ye, daxwaz kir ku komîsyon bi Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê pêk bîne û wiha got: "Komîsyon guh daye bi dehan saziyên sivîl û kesayetan. Divê ew bi birêz Ocalan re jî bicive, ji ber ku em pêşniyarên wî yên derbarê pêvajoyê de girîng dibînin û divê bên guhdarîkirin."