Ehmed Şera ji New Yorkê: Hêvîdar im bi Donald Trump re hevdîtinê bikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, piştî ku ji bo beşdarbûna di civînên Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de gihişt New Yorkê ragihand, ew hêvîdar e bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne.
Şera di hevpeyvîneke ligel televîzyona "CBS" de pesnê "pêngavên mezin" ên Trump ên beramberî Sûriyeyê da û got: "Ez hêvî dikim ku bi Donald Trump re bicivim û derbarê pêwendiyên Sûriye û Amerîkayê de gotûbêj bikin." Herwiha tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera her du welatan kir û got ku divê pêwendî her dem rasterast û xurt bin.
Serokê Sûriyeyê herwiha bang li cîhanê kir ku alîkariya Sûriyeyê bikin û got: "Berê cîhanê Sûriye tûşî karesatan kir, lê niha her kes dikare bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê alîkariyê bike."
Şera amaje bi wê yekê jî kir ku hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê bûye sedem ku hin komên çekdar ên girêdayî welatên din, ji Sûriyeyê derkevin.
Serokê Sûriyeyê di beşeke din a axaftina xwe de, wî tekezî li ser pêwîstiya vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan kir.
Nivîsgeha ragihandinê ya Serokatiya Komara Sûriyeyê îro bi fermî ragihandibû, Serok Ehmed Şera ji bo beşdarbûna di karên Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de gihiştiye New Yorkê.