50 dibistan li Zaxoyê hatine nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo baştirkirina sektora perwerdeyê, xebata avakirina dibistaneke nû li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê berdewam e û heta niha 90% ya karên wê temam bûne. Ew dibistan, ku bi awayekî nû û modern tê çêkirin, ji du qatan û 20 polên xwandinê pêk tê.

Ev proje bi gojimê yek milyar û 214 milyon dînaran li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê bicîhanîn. Endezyarê serperiştê wê projeyê Nûredîn Şehab ji Kurdistan24ê re got, "Ev dibistan ji 20 polan pêk tê û ev cara yekê ye ku dibistaneke bi vî rengî tê çêkirin. Dibistanên din 18 polî ne, lê ev duqat e û pergaleke pêşkeftî û nû heye."

Armanc ji vekirina vê dibistana nû û nûjenkirina dibistanên din ew e ku, hejmara dibistanên sêdewamî û dudewamî li wê deverê kêm bike. Rêveberê Perwerdeya Zaxoyê Selam Pîro amaje da, “Ji bo sala nû ya xwendinê ya 2025-2026ê, şeş dibistanên nû dê bikevin di xizmeta xwendekaran de; sê dibistanên nû hatine çêkirin û yên din jî ji dudewamiyê bûne yekdewamî. Ev jî dibe sedema kêmbûna hejmara xwendekaran di polan de.”

Di dema çar salên borî de, 50 dibistan hatine nûjenkirin û 13 dibistanên nû jî hatine çêkirin. Van pêngavan dê bandoreke berçav li ser kêmkirina qerebalixiya di polan de hebe.

Di sala nû ya xwendinê de, zêdetirî 101 hezar xwendekaran dê li 243 dibistanên Zaxoyê li qonaxên baxçeyên savayan, bingehîn û amadeyî dest bi xwendinê bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment