Mirady 21 saliya xwe ya hunerî bi albûmeke nû ya bi stêrkên Kurd re pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rockbêjê navdar ê Kurd Mirady, 21emîn sala xwe ya di cîhana muzîkê de bi projeyeke taybet pîroz dike. Mirady di albûma xwe ya nû de bi pênc dengên navdar ên muzîka Kurdî re duetên balkêş pêşkêş dike. 

Strana "Şino Nîno" ku deriyê vê albûma nû vedike, roja Îniyê li ser hemû platformên dijîtal cihê xwe girt. Ev stran di eslê xwe de di sala 2008an de di albûma Mihemed Atli ya bi navê "Wenda" de cih girtibû û awaza wê ji aliyê Mirady ve hatibû çêkirin. Piştî 17 salan, herdu hunermend vê carê stranê bi hev re û bi aranjmaneke nû şîrove dikin.

Di projeya nû de, ji bilî Mihemed Atli, hunermendên wekî Tara Mamedova, Rewşan Çelîker, Vedat Yildirim û Murad Demîr jî bi duetan cih digirin. 

Aranjoriya albûmê ji aliyê Serdar Tanik ve hatiye kirin û tê payîn ku stranên din jî di demeke nêzîk de yek bi yek werin weşandin. Ev yek meraqa guhdaran li ser stranên din zêde dike.

Mirady di sala 2004an de bi albûma xwe ya yekem "Xemname" ketibû nav jiyana muzîkê û heta niha albûmên serkeftî yên wekî "Marmasî", "Tarumar", "Xwelî", "Delal" û "Telesî" derxistine. Hunermend ne tenê bi berhemên xwe, herwiha bi karê xwe yê derhênerî û aranjeriyê jî tê naskirin. 

Herî dawî îsal di pêşengtiya wî de albûma 30 saliya hunerê ya Mihemed Atli ya bi navê “Na, Ne Tenê Me” hatibû weşandin. Mirady bi berhemên xwe yên nû her tim di rojeva muzîka Kurdî de dimîne.

 

 

Fly Erbil Advertisment