Deryaya 10 salî bi kemana xwe Zanîngeha Silêmaniyê sersam kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê, hunermendeke biçûk lê bi behreyeke mezin, Derya Rûhî ya 10 salî, bi jenîna amûra kemanê (viyolîn) bala hemûyan kişand ser xwe. Derya ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, li Zanîngeha Silêmaniyê konsereke bêhempa pêşkêş kir û nîşan da ku ew mîna navê xwe, "derya"yeke ji muzîk û hunerê ye.
Derya Rûhî derbarê vê ezmûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê de ji Kurdistan24ê re axivî. Wê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Hesteke min a gelek xweş heye, bi taybetî ku ez bawer im min gelek baş jenî. Ev cara yekem e ez têm Silêmaniyê; min ji bajêr û rûgeşiya xelkê wê gelek hez kir."
Tevî ku temenê wê biçûk e, Derya xwedî vîneke mezin e û malbata wê piştgiriyeke xurt didinê. Deryayê diyar kir ku herçend bavê wê nekarîbû bê û ji nêzîk ve wê bibîne, lê ji Îranê ve hêz û moral jê re şandiye. Herwiha diyar kir: "Bavê min ez han dam ku karê xwe bi başî bikim, ev yek ji bo min bû çavkaniya dilgermiyê."
Dayika Deryayê, Fehîme Rehîmî jî destnîşan kir, dema xelk dibînin Derya derdikeve ser dike û amûrê dijene, divê zanibin ku li pişt wê, rojên tijî westan, perwerdeya dijwar û hatûçûneke zêde hene.
Dayika wê wiha axivî: "Keça min îro berhema keda van çend salan dibîne. Ji bo me sateke pir xweş e ku em dibînin encama wan zehmetiyan li ser dikê tê pêşkêşkirin û em bi jenîna wê dilxweş dibin."
Malbata Deryayê her wiha spasiya mamosteyê wê Emîn Xeferî kirin ku di gihandina wê bo vê astê de xwedî roleke serekî ye.
