Şêwekar Ekrem Bekir pêşangeheke taybet li Hewlêrê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekar Ekrem Bekir îro 3ê Berçile li Galeriya Mîdya ya li bajarê Hewlêrê pêşangeheke nû ya tabloyên xwe vekir. Pêşangeh dê sê rojan berdewam bike. 

Ekrem Bekir ji Kurdistan24ê re got, ev yekem pêşangeha wî ye li Hewlêrê û di vê pêşangehê de 32 tabilo cih digirin. Piranîya wan bi boyaxa zêtî ne û hinek jî bi rejiyê hatine xêzkirin.

Ekrem Bekir diyar kir, şêwaza hemû tabloyan "sirûşta bêdeng" e û li ser bingehê realîzmeke temam hatiye avakirin. Herwiha got: "Karên min temamî bêdengî û aramî ne. Ez bi hûrgiliyên zêde ahengê digerînim. Di nava vê hemû şer, rûxan û tevliheviyê de, tabloyên min reva ji rastiya nexweş a jiyanê ne; ew tişt in ku dilê min pê xweş dibe. Peyama min a giştî aştî û aramî ye."

Şewekar Ekrem Bekir destnîşan kir ku li cem wî huner divê rast be û got: "Huner nikare ciwan be, eger rast nebe."

Ekrem Bekir di sala 1974an de li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û Peymangeha Hunerên Ciwan li Sûriyeyê qedandiye. Ew endamê Sendîkaya Wênesazên Sûriyeyê bûye û heta niha gelek pêşangehên taybet li Sûriye û Beyrûtê vekirine. Şêwaza hunera wî bi temamî li ser realîzmê (rastbînî) ye.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment