ENKS daxwaza hilweşandina Komîteya Vegerandina Mal û Milkan a Efrînê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û tê de biryarnameyeke nû ya Rêveberiya herêma Efrînê ya derbarê avakirina komîteyeke ji bo vegerandina mal û milkên welatiyan de bi tundî rexne kir. ENKSê ev pêngav weke "bêbingeha yasayî" û "ne dadwerane" binav kir û daxwaza hilweşandina wê kir.
Di daxuyaniya ku îro, 22ê Îlona 2025an, hat weşandin de, ENKSê amaje bi biryarnameya hejmar (6) a roja 18ê Îlona 2025an kir û ragihand, tevî erênîbûna ramana avakirina komîteyan, biryarnameya heyî ji bingeha dadwerî û serweriya yaseyê dûr e.
Sedemên Redkirinê
Li gorî daxuyaniyê, biryarnameya navborî ji ber çend sedemên serekî nayê qebûlkirin:
- Piştguhxistina Xelkê Herêmê: Kesên xwedî ezmûn ên yasayî û pisporên mijarên mal û milkê yên ji xelkê resen ê herêmê, di komîteyan de nehatine beşdarîkirin.
- Nebûna Bingeheke Dadwerî: Rê ji bo îtirazkirin û serlêdana dadgehê li dijî biryarên komîteyê nehatiye vekirin.
- Zêdekirina Barê Burokrasiyê: Karûbarên burokratîk barê welatiyan di nav rewşa aborî ya xirab de girantir dike.
- Nebûna Xwediyên Resen: Piraniya xwediyên eslî yên mal û milkên li Efrînê ji ber koçberiya neçarî li derveyî herêmê ne, lewma her biryareke li ser milkên wan were dayîn dê ne adilane be.
- Zehmetiya Bidestxistina Belgeyan: Ji ber guherîna desthilatên cuda li Efrînê, gelek belgeyên fermî winda bûne û bidestxistina wan ji bo welatiyan zehmet e.
Daxwazên ENKSê
Li ser vê bingehê, Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
- Hilweşandina biryarnameya hejmar (6) a navborî.
- Avakirina komîteyên xwecihî yên serbixwe ku ji xelkê herêmê yên xwedî ezmûn û destpak pêk bên û desthilatên tam werin dayîn wan.
- Sazkirina dezgeheke dadwerî ya taybet ji xelkê herêmê, da ku mafê îtirazê were parastin.
- Danîna mekanîzmayên pratîkî ji bo vegera ewle ya koçberan bo ser mal û milkên xwe.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê hişyarî da ku piştguhxistina van xalên bingehîn dê bibe binpêkirineke eşkere ya mafên welatiyên Kurd li Efrînê, mafên wan têxe metirsiyê û derî li ber nakokiyên nû yên di pêşerojê de veke.