Li Reqa û Dêrazorê lehî rabû: Kesekî canê xwe ji dest da û rê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li çendîn parêzgehên Sûriyeyê, bi taybetî li Reqa, Dêrazor û Hesekê, barana zêde bû sedema rabûna lehiyeke xurt. Di encamê de li rojavayê bajarê Tebqayê yê ser bi Reqayê welatiyekî jiyana xwe ji dest da, çend kes winda bûn û liv û tevgera veguhastinê li herêmê bi temamî rawestiya. 

Li gorî ajansa “SANA” ya Sûriyeyê,  ji ber barana gur, rê li ser pira Selmanî ya li ser rêya Reqa – Heleb qut bûye. Diyar kir jî, welatiyê bi navê Elî El-Salim li nêzîkî pira Selmanî gava ku ajokar ji lehiyê hişyar dikirin kete ber avê û xeniqî, her wiha avê otomobîleke malbatekê jî da ber xwe.

Amaje bi wê jî kir, Tîmên hawarhatinê yên Nexweşxaneya Tebqayê jî karîn du jinan ji nava lehiyê bi saxî derxînin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Rewşên Awarte Raîd El-Salih ragihand, tîmên wan li gundewarê rojavayê Reqayê operasyoneke berfireh meşandine û karîne 6 kesên ku di nav lehiyê de asê mabûn rizgar bikin. Wezîr da zanîn ku bi hevkariya hêzên artêşê lêgerîna li pey kesekî windabûyî hê jî didome.

El-Salih bang li xelkê parêzgehên Reqa, Dêrazor û Hesekê kir ku ji malên xwe dernekevin, çavdêriya zarokan bikin, xwe ji gelî û newalan dûr bixin û bi ti awayî hewl nedin di ser rêyên avê de derbas bibin.

Ji ber metirsiya karesatê, Wezareta Rewşên Awarte bang li xelkê Reqa, Dêrazor û Hesekê kir ku ji malên xwe dernekevin û xwe ji newal û cihên nizm biparêzin.

Li Dêrazorê tedbîrên awarte: Pir hatin girtin û banga valakirinê hat kirin

Ji aliyekî din ve, Komîteya Bersivdana Lezgîn a li Parêzgeha Dêrazorê ragihand ku ji ber xetereya bilindbûna asta avê, karê hemû pirên seravî (gerok) yên li bajarên Dêrazor û Meyadînê heta demeke nediyar bi temamî hatiye rawestandin.

Her wiha komîteyê hişyariyeke tund da xelkê bajarê Bûkemalê û çolistana wê, bi taybetî niştecihên derdora geliyê Sewabê (Wadî el-Sewab) û qiraxa Çemê Feratê; ji ber lehiya bihêz a ku ji aliyê çolistanê ve tê, banga lezgîn li welatiyan hat kirin ku mal, kon û zeviyên xwe yên çandiniyê vala bikin û sewalan bibin deverên bilind û ewle.

Hemwextî van tedbîran, Rêveberiya Veguhastinê ya Dêrazorê jî ji ber xerabûna rewşa hewayê hemû geştên çûnûhatinê yên ber bi parêzgehên din ve heta agahdarkirineke din qedexe kirin.

Ev şepêla hewayê ya xerab ku bi zîpik, bayê bihêz û barana gur re rû daye, ji bilî Reqa, Dêrazor û Hesekê, bandor li beşek ji gundewarên Hims, Hema û Helebê jî kiriye û bûye sedema qutbûna rêyên navbera bajaran.