Fîlmê yekem ê çarîneya Enfalê ya Umur Xozatli li Hewlêrê temam bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Derhêner Umur Xozatli gava yekem a projeyeke mezin a sînemayî avêt û fîlmê yekem ê ji çarîneya xwe ya li ser jenosîda Enfalê li bajarê Hewlêrê temam kir. Ev proje komkujiya Enfalê ya ku di sala 1988an de ji aliyê rejîma Beisê ve li dijî gelê Kurd hatibû kirin, bi rêya perdeya sînemayê vedibêje.
Fîlmê yekem ê vê çarîneyê, ku ji çar rengên ala Kurdistanê (kesk, sor, zer û spî) hatiye wergirtin, bi navê «Çar Reng: Kesk / Deftera Xenîmetê» hat tomarkirin.
Ev berhem ji bo rengê kesk ê ala Kurdistanê ku nîşaneya xweza û jiyanê ye hatiye terxankirin û çîroka wê xwe dispêre bûyerên rastîn. Fîlm bi awayekî bi bandor û hestiyar trajediya mirovî ya li kampa komkirinê ya "Topzawa" ya li nêzîkî Kerkûkê radixe ber çavan; kampeke ku yek ji navendên herî reş û tarî yên jenosîda Enfalê bû, ku tê de bi hezaran Kurd hatin qirkirin û ji warên xwe hatin koçberkirin.
Derhêner Umur Xozatli ku ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, ji bo vegotina vê çîrokê şêwaza sînemaya mînîmalîst û "arthouse" hilbijartiye, balê dikişîne ser wê yekê ku armanca wî ne tenê çêkirina fîlmekî dîrokî ye; ew dixwaze jenosîda Enfalê wekî yek ji mezintirîn karesatên dîroka nûjen a cîhanê bigihîne festîval û platformên navdewletî yên sînemayê.