Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Japonê pêwendiyên dualî gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Îlona 2025an, pêşwazî li Balyozê Japonê yê li Iraqê Akira Endo kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera Japonya û Herêma Kurdistanê de, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên pêş ên Encûmena Nûneran hat kirin.
Balyozê Japonê behsa kar, çalakî û projeyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku ew bi rêya Ajansa JICA'yê gelek projeyên curbecur bi cih tînin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî, piştevanî û projeyên Japonyayê anî ziman û tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna dewlemend a Japonê di warên pîşesazî, perwerde û geşepêdana aborî de kir.