Baregayê Barzanî peyamek li ser kuştina Ekber Hecî Rûstem parve kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî peyamek li ser kuştina Ekber Hecî Rûstem parve kir û tê de daxwaz kir ku, tawanbar bi lez bên dîtin û radestî qanûnê bên kirin.

Peyama Baregayê Barzanî

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadkirina fermandarê Pêşmerge û kesatiyê têkoşer Ekber Hecî Rûstem gihîşt me. Ekber Hecî Rûstem têkoşer û welatparêzekî navdar ê devera Germiyanê bû û ji aliyê xelkê Kurdistanê ve rêz lê dihat girtin û windakirina wî xusaretî û zirareke mezin e. Divê dezgehên devera Germiyanê bi zûtirîn dem tawanbaran bibînin û wan radestî qanûnê bikin û rastî cezayê tawana wan bên kirin.

Bi vê helkefta xemgîn, em sersaxiyê ji malbat, kesûkar, heval û nasên Xudêjêrazî Ekber Hecî Rûstemê û xelkê Germiyanê re dixwazin û em xwe hevparên xema wan dibînin. Em ji Xudayê mezin dixwazin ku, canê Xudêjêrazî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

 

Îna lîlahî we îna îleyhî racîon

 

Bargayê Barzanî

23ê Îlona 2025ê

 
Fly Erbil Advertisment