Encûmena Wezîran peymana sêalî ya ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî lidar dixe.
Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, rojeva sereke ya civînê dê li ser du mijarên girîng ên aborî be: peymana petrolê û dahatên nenewtî.
Di beşa yekem a civînê de, dê peymana sêalî ya di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de were nirxandin.
Ev gotûbêj dê bi taybetî li ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê be û dê di çarçoveya yasaya budceya giştî ya federal a sererastkirî û biryarên Encûmena Wezîran a her du aliyan de were kirin.
Mijara duyemîn a di rojeva civînê de, pêşhatên dawî yên derbarê dosyeya rêkxistina dahatên neneftî ne. Di vê beşê de, dê li ser destnîşankirina para ku ji van dahatan ji bo xezîneya federal tê veqetandin, gotûbêj were kirin.