Geştên asmanî yên navbera Enqere û Hewlêrê zêdetir tên berfirehkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê amaje da ku, ji 26ê Cotmehê pê ve şîrketeke din dê ji bo geştên asmanî yên di navbera Enqere û Hewlêrê de bê zêdekirin.
Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihad, “Şîrketeke din dê li roja 26ê Cotmehê ji bo geştên asmanî yên rasterast di navbera Enqere û Hewlêrê de bê zêdekirin.”
Ehmed Hoşyar herwesa got, "Şîrketa Anadolu Jetê dê ji 26ê Cotmehê pê ve dest bi geştên xwe bike, ku ev jî di berfirehkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêngaveke girîng e."
Herwesa li gorî ragihandina şîrketa AJetê, hefteyê du rojan geşt dê bên kirin, ew jî li rojên Yekşem û Pêncşeman.
