Amerîka keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbaz dibin diparêze
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo parastina tenahiya bazarên enerjiyê û piştrastbûna ji silametiya hatin û çûna deryayî, Amerîkayê biryar daye ku rasterast bê ser xetê da ku keştîyên bazirganî li Tengava Hurmizê biparêze.
Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, Waşinton dê êdî wan keştiyên bazirganî, yên ku di Tengava Hurmizê re derbaz dibin, biparêze û hêzên wan dê pê re bin. Eşkere jî kir ku, armanc ji vê pêngavê misogerkirin silametiya keştîvaniyê û berdewamiya gihîştina petrolê ji bo bazarên cîhanê ye.
Doug Burgum di derheqa nebinecihbûna bazara petrolê de piştrastî da ku, ew zêdebûna niha di bihayên enerjiyê de tê dîtin demkî ye, herwesa pêşbînî kir ku li ser asta cîhanê di paşerojeke nêzîk de biha dakevin.
Navbirî di dawiya gotinên xwe de tekez jî kir ku, ev rêkarên nû yên Amerîkayê dê di piştgirîkirina tenahiya dabînkirina enerjiyê li cîhanê û sivikkirina wan zextên giran ên ku vê dawiyê ketine ser bazaran roleke girîng bilîzin.
Di bersivê de, artêşa Pasdaran wekî gef ragihand: Em li benda wan hêzên Amerîkayê ne yên ku dê bi keştiyên Tengava Hurmizê re bin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.