Şîrketên petrolê: Dawî peymana hinardekirina petrolê di çend rojên pêş de tê îmzekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Heşt Şîrketên Navneteweyî yên Petrolê (IOCs) peymanên demkî bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ragihandin û amaje da ku, tê payîn ku peymana dawiyê di rojên pêş de bê îmzekirin. Şîrket jî dê di demeke nêzîk de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicivin da ku li ser deynên xwe nîqaş bikin. Herwesa wan şîrketan pesna rola Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina wan pirsgirêkan de da.

Heşt Şîrketên Navneteweyî yên Petrolê (IOC), ku li gel pişka Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) zêdetirî 90% ya berhemê petrolê Herêma Kurdistanê pêk tînin, îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de amaje da ku, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê re bi rengekî bingehîn li hev kir ku, hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê bidin destpêkirin; Tê payîn ku ew peyman di rojên pêş de bê îmzekirin û pejirandin.

Her di wê ragihandinê de hatiye ku, şîrketên petrolê pesnê piştgirî û bizavên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê da. Herwesa bizavên hevparên navneteweyî ji bo pêşvebirina çareseriyeke hevpar a têrker ku di berjewendiya Iraq, Herêma Kurdistanê û bazarên enerjiyê yên cîhanî de be bilind hatin nirxandin.

Wan heşt şîrketên petrolê behsa wê yekê jî kir ku, her gava ew peyamn hat îmzekirin û bicîhanîn, divê rê bê dan ku di rojên pêş de hinardekirina petrolê bê destpêkirin, di eynî demê de rêyekê jî ji bo peymaneke demdirêj peyda dike. amaje jî da ku, ew peyman bi qanûna budceya Iraqê ya salên 2023-2025ê re digunce û piştî temambûna pêdaçûna şêwirmendekî xweser tê nûkirin.

Herwesa çarçoveya wê peymanê peymanên vekirî jî diparêze û garantiya dayîna pereyan bi şîrketên navneteweyî yên petrolê dide, herwesa Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên navneteweyî yên petrolê jî li hev kir ku, di 30 rojan de li ser destpêkirina hinardekirina petrolê û karkirina li ser çêkirina mekanîzmekê ji bo çareserkirina deynên şîrketan bicivin.

Rêveberê Bicîhanînê yê Şîrketa HKNê Russell Freeman di ragihandinekê de amaje da, "Em piştrast û geşbîn in ku, çareseriyek di berjewendiya hemî aliyan de hatiye dîtin. Her dema ku ew peyman ji hêla hemî aliyên têkildar ve bi tevahî bê îmzekirin, hinardekirina petrola xav ji Herêma Kurdistanê dê bi zûtirîn dem bê destpêkirin."