Rubio: Serokê Sûriyeyê pabend e ku welatekî firehpêkhate ava bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera pabend e ku welatekî berfireh û hemû pêkhateyan li xwe bigire ava bike. 

Marco Rubio duh 24ê Îlonê di civînekê bi wezîrên derve yên welatên Ereb û Îslamî re, ku di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de pêk hat, ragihand ku derfetên baş û bêhempa ji bo paşeroja Sûriyeyê hene û ew ê li ser bixebitin.

Rubio got: "Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera pabendbûna xwe ji bo xebata bi hevkarên navneteweyî re ji bo bidestxistina aramiyê nîşan daye, û rewşa heyî ya Sûriyeyê wek "derfeteke dîrokî" ji bo avakirina welat nirxand." 

Derbarê piştevaniya Washingtonê ji bo Libnanê, Rubio destnîşan kir ku "Amerîka dê piştevaniya Lubnanê bike da ku ji krîza aborî ya giran a ku welat pê re rûbirû ye derbas bibe." Herwiha got, hikûmeta Libnanê di rûbirûbûna siyaseta Îranê de li welat dê berdewam be.

Helwesta Amerîkayê li hemberî Îran û Xezzeyê

Li aliyekî din, Serokê Amerîkayê derbarê Îranê de got: "Divê Îran nebe xwedî çekên atomî û wêranker, ji ber ku Tehran siyaseta têkdana aramiyê dimeşîne." Herwiha da zanîn, "Em hewl didin hemû dîlan li Xezzeyê rizgar bikin û wê herêmê ji terorîstan paqij bikin."

Civînên girîng li Neteweyên Yekbûyî

Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê, 24ê Îlona 2025an, dest pê kiriye û biryar e heta 30ê Îlonê berdewam bike. Di çarçoveya civînan de, şandeyên welatan ji seranserî cîhanê hevdîtinên girîng li ser pirsên sereke pêk anîn. 

 
Fly Erbil Advertisment