Ji ber girtina ava Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve, li Qeladizê qeyrana avê derketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî Bendava Dûkanê di xirabtirîn rewşa avê ya 60 salên borî re derbas dibin, Îranê ava Zêya Biçûk girtiye û qeyraneke mezin a ava vexwarinê li Qeladizê peyda kiriye.
Rêveberê Ava Qeladizê Endezyar Marif Mehmûd îro 25ê Îlonê ji K24ê re ragihand: "Asta ava Zêya Biçûk ji ber girtina çavkaniya wê ji aliyê Îranê ve bi awayekî berçav kêm bûye. Tenê ew kaniyên biçûk mane ku diherikin nav Zêya Biçûk, lê ji ber hişkesaliyê piraniya wan zuha bûne û nekarîne bi têra xwe avê dabîn bikin."
Marif Mehmûd da zanîn, ev kêmbûna avê bûye sedema çêbûna qeyrana avê li Qeladizê. Wî got, Rêveberiya Avê hewl daye bi kêmkirina dema dayîna avê ji welatiyan re û dirêjkirina demjimêrên kar ên projeyên avê, rewşê kontrol bike.
Mehmûd got: "Niha her kolaneke Qeladizê tenê nîv saetê av jê re tê berdan û ji ber kêmasiya avê em nikarin zêdetirî du pompeyên avê bixebitînin."
Rêveberê Ava Qeladizê eşkere kir, Îranê ji 11ê Îlonê ve av girtiye û rewş niha pir xirab e û tê pêşbînîkirin ku xirabtir jî bibe. Wî got: "Lê ji ber daketina pileya germê, pêwîstiya welatiyan bi avê kêmtir e. Eger ev rewş di demsala havînê de rû daba, dê pirsgirêk pir mezintir bibûya."
Mehmûd tekezî li ser parastina avê kir û got: "Av serweteke niştimanî ya giranbiha ye, lewma divê di her şert û mercî de, bi taybetî niha, were parastin."
Li gorî gotina wî, karmendên wan rojane 18 demjimêran dixebitin ji bo dabînkirina avê û daxwaz ji welatiyan kir ku bi parastina avê alîkariya wan bikin. Herwiha hêvî kir ku bi destpêkirina demsala baranê re rewş baştir bibe, lê heke çareser nebe, ew ê neçar bimînin rojekê navber bidin û rojekê avê bidin welatiyan.