Amanc Rehîm: Petrol saet 6:00 ê sibeha Şemiyê tê Hinardekirin

Amanc Rehîm
Amanc Rehîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanj Rehîm ragihand, “Hinardekirina petrolê dê saet 6:00 ê sibeha Şemiya bê (27ê Îlona 2025ê)  bê destpêkirin.”

Sekreterê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanj Rehîm îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek weşand û tê de nivîsî, “Ez kêfxweş û serbilind im ku ez bi hevalên xwe re di şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê de tevîbûyîyekî çalak bûm, ji bo bidestxistina lihevkirina hevpar a sêalî di navbera şîrketa SOMOyê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo sûkên cîhanî û berbazarkirina wê ji aliyê şîrketa SOMOyê ve.”

Amanj Rehîm herwesa got, “Ez hêvî dikim ku ev lihevkirina sêalî dê bibe sedema seqamgiriyê di xerckirina mûçe û mafên Herêma Kurdistanê de, û bidawîhatina nexweşî û li bendemana mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina mafên xwe di wextê xwe de, ku divê her ji destpêkê ve mûçe ji van nakokiyan dûr ba.”

Navbirî eşkere jî kir, “Ew peyman ji şeş bendên sereke û pêşgotinekê pêk tê û ji hêla Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê ve hatiye îmzekirin û maf û erkên hersê aliyan tê de hatine diyarkirin.”

Sekreterê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê eşkere jî kiriye, “Biryar e petrola Herêma Kurdistanê saet 6:00 ê serê sibeha roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê - Ceyhanê careke din bigihîje sûka cîhanê û ji aliyê şîrketa SOMOyê ve bê berbazarkirin û dahata wê vegera Xezîneya federalî ya Bexdayê.

Tevî dayîna mehane ya para xezîneya federal ji dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê, herwesa herêm dê bi vî rengî tevlî zêdekirina dahata xezîneya federal a Iraqê bibe û careke din pere dê ji budceya giştî ya Iraqê ji bo dabînkirina mûçe û mafên Herêma Kurdistanê bê terxankirin.

 
Fly Erbil Advertisment