Şêwirmendekî Sûdanî: Peymana sêalî dê pirsgirêka mûçeyan bi carekê çareser bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendekî Sûdanî li wê bawerê ye ku, peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi carekê çareser bike.
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Hisên Elawî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di gihîştina wê lihevkirinê de serkeftî bûn.”
Hisên Elawî ew lihevkirin wekî pêngaveke stratejîk binav kir û li wê bawerê ye ku, ew lihevkirin dê qeşaya hemî pirsgirêkên darayî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bihelîne û dê pirsgirêka mûçeyan jî bi carekê çareser bike.
Navbirî tekez jî kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal niha bizavên xwe zêde kirine, da ku bi rengekê cidî li ser pejirandina qanûna petrol û gazê bixebitin.
Şêwirmendê Mihemed Şiya Sûdanî li wê bawerê ye ku, peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê siyaseteke temamkirinê di navbera herdu hikûmetan de peyda dike, ku dê bibe sedema çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.
Hisên Elawî herwesa got, “Niha bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ji bo wê yekê ne, herwekî herdu hikûmetan bi rêya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Petrolê bizavên xwe zêde kirine, da ku ji niha û pê ve ew pirsgirêk dubare nebin.”
Navbirî amaje jî da, “Paştir jî li ser qanûna petrol û gazê kar bê kirin, da ku karûbarên di navbera herdu hikûmetan de rêk bixe û li dawiyê jî bibe bingeha bidawîkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.”