Ji sedî 12 ya karên Bendava Duwînê temam bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Karkirin li ser projeya Bendava Stratejîk a Duwînê berdewam e û li gorî gotinên rayedarên wê projeyê, nêzîkî 12% ya karên wê qediyane û tê payîn ku li destpêka sala 2027ê de dest bi vegirtina avê bike.

Rûpîvê projeya Bendava Dwînê Mihemed Kemal îro (În, 26ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Em di vê demê de li Bendava Duwînê mijûlî çêkirina ‘diversion channel’ê ne ji bo guhertina rêya avê, tevî çêkirina ‘coverdam’ê ava dikin da ku di demsala zivistanê de em bikarin karê kolandinê bikin.”

Mihemed Kemal amaje jî da ku, karê kolandinê li pişka rakirina avê qediyaye û niha em mijûlî konkirîtê ne. herwesa ‘coverdam’ wekî berbestekê berî ‘diversion channel’ê tê çêkirin, da ku pêşiyê li çûnexwara avê ber bi nêzîkî laşê bendavê ve bigire.

Li gorî zanyarên Mihemed, karên pişka ‘coverdam’ dê di nêzîkî mehekê de biqedin, piştî wê kolandina laşê bendavê dê bê destpêkirin. Piştî temamkirinê, Bendava Duwînê dê bikare 100 mîlyon metrên sêcarkî yên avê vegire, mîna Bendava Gomespanê.

Mihemed Kemal herwesa ragihand, “Ji bilî feydeyên vegirtina avê, ev proje wekî tevgir tê hesibandin ji ber ku ew gelek rêyên veguhastinê jî vedigire. Ev jî ji ber ku ew dever dûr e û pêştir kêmtir xizmet gihîştine wê. Vê bendavê dê ji hêla geştiyarî, çavkaniyên masiyan û dabînkirina avê ji bo erdên çandiniyê yên di bin wê bendavê de dê gelek feyde hebin.”

 
Fly Erbil Advertisment