ENKS şewitandina nivîsgeha xwe ya Amûdê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) şewitandina nivîsgeha xwe ya Amûdê şermezar kir û daxwaza vekirina lêkolîneke zelal û sizadana encamderan kir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyek parve kir û tê de got, “Nivîsgeha me ya bajarê Amûdê îro (25ê Îlona 2025ê) rastî êrîşekê hat û hat şewitandin.”
ENKSê di daxuyaniya xwe de got, “Şewitandina îro wek bûyerên berê yên şewitandina bi dehên nivîsgehên me ye, ku bi destê çekdarên bi ser PYDê ve dihatin kirin.”
ENKSê herwesa diyar kir ku, ev destdirêjî di demekê de hatiye kirin ku hêviyên gelê me piştî lidarketina Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, ya 26ê Nîsana 2025ê, zêde bûn û xwesteka aliyan di aramkirina qada Kurdî û bihêzkirina hevfêmkirinê dida diyarkirin.
ENKS herwesa got ku, kiryarên weha yekîtiya navmala Kurdî têk didin û girjiyan zêde dikin û herwesa bizavên zelal in ji bo jinavbirina kedên berdewam ên ji bo bihêzkirina lihevkirina Kurdî – Kurdî.
ENKSê da zanîn jî ku, em bi tundî vê kiryarê şermezar dikin û bang li aliyên berpirs di Rêveberiya PYDê de dikin û lêkolîneke zelal encam dibe û encamderan siza bide û rê li ber binpêkirinan bigire.
ENKSê di daxuyaniya xwe de got, kiryarên weha li pêş berdewamiya kar û xebata me ya aştiyane, ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me di çarçoveya yekîtiya welat de, tu carî nabin rêgir.
Agir bi bingeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya bajarê Amûdê ket. Di encama şewatê de zirareke mezin a madî çê bû, lê ti zirarên canî nehatin tomarkirin. Sedema şewatê heta niha ne diyar e.
Xwecihiya Amûdê ya ENKSê îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) belav kir ku, saet 07:30 ê serê sibeha îro, dema ku karmendên nivîsgehê derî vekirin, dîtin ku agir bi bingeha wan ketiye. Di encama şewatê de jî, beşeke mezin ji kelûpel û amûrên di nav nivîsîngehê de bi temamî şewitîn.
Serokê Xwecihiya Amûdê ya ENKSê diyar jî kir, heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn û di derheqa wê bûyerê de lêkolîn didomin.