Şîrketa DNOyê pêşwaziya lihevkirina hinardekirina petrolê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şîrketa DNO ASA, şîrketa petrol û gazê ya Norwêcî, îro ragihand ku jê re hatiye gotin ku, xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê di 27ê Îlonê de bikin. Ev jî piştî lihevkirina Hikûmeta Federal a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend şîrketên petrolê yên navneteweyî ku duhî bi rengekê fermî hat ragihandin.

Li gorî ragihandineke şîrketa DNOyê ku amaje pê daye, li gorî ku para Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane ji firotina zeviya Tawkê niha 38 hezar bermîl in, ji bo hinardekirinê tê amadekirin. Petrola mayî jî ku para koma belênderên biyanî ji DNO û Genel Energy International Limitedê pêk tîne, ku niha bi tevahî her rojê 30 hezar bermîl in, dê li gorî peymanên heyî bi  bikirên navxweyî bê firotin.

Serokê Bicîhanînê Bêjen Musewer Rehmanî ragihand, "Şîrketa DNOyê kêfxweş e ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê destpêkirin û niha ber bi sûkên navneteweyî ve diçe." Herwesa got, "Me biryar daye ku em niha rasterast tevlî hinardekirinê nebin û em dê li ser firotina petrola xwe bi awayê mehane, bi pere û barkirinê, bi bihayê kêmtir ji 30 dolarên Amerîkayî ji bo her bermîlekê bifroşin bikirên xwe."

Musewer Rehmanî herwesa got, "Em fêm dikin ku bikirên me plana xwe yên taybet ji bo petrola ku ji me tê kirîn danaye, ev jî pêngaveke ku em bi germî pêşwazî dikin, ji ber ku ew piştgiriyê dide projeya berfirehkirina hinardekirinê."

Dema peymanên di navbera hikûmeta federal a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên navneteweyî yên petrolê yên tevlîbûyî de di dawiya vê salê de diqede. Tê payîn ku qonaxa yekê ya peredanê 14 dolarên Amerîkayî ji bo her bermîlekê be (piştî kêmkirina xerciyên veguhastinê) di nîvê meha Berçileyê de, ew pere dê di sala 2026ê de li gorî nirxandina "modelên bazirganî û peymanan" ji hêla şêwirmendekî ku ji hêla Bexdayê ve hatî destnîşankirin ve bê sererastkirin.

Musewer Rehmanî herwesa got, "Şîrketa DNOyê ji nû ve projeyeke berfirehkirina hilberînê ya mezin li nav zeviyên Tawkê û Pêşxabûrê dest pê kiriye, da ku alavên ku di dema êrîşên dronan ên Tîrmehê de zirar dîtine biguherîne, di dû re heşt bîr dê di sala 2026ê de bên kolandin, bi armanca berhemanîna 100 hezar bermîlan di rojekê de."

Navbirî amaje jî da, "Tenê bi berdewamî û pêşbînîkirina peredarkirinê em dikarin piştgiriyê bidin vê bernameya mezin. Dibe ku me hin ji pereyên xwe vekişandibin, an jî dibe ku ne, lê bê guman em dê ji veberhênanên ku em ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemî Iraqiyan dikin, nirxek pir zêdetir bistînin."

Şîrketa DNO ASA şîrketeke petrol û gazê ya Norwêcî ye û li Rojhilata Navîn, Deryaya Bakur û Afrîkaya Rojava kar dike. Ev şîrket li sala 1971ê hatiye damezrandin û li Borsaya Osloyê di nav lîstan de ye, xwediya parên destûriyên bejahî û deryayî ye, ew pêşxistin û hilberînê li Herêma Kurdistana Iraqê, Norwêcê, Keyaniya Yekgirtî, Kot Dîvwar, Holanda û Yemenê dike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment