Gera Sêyê ya Festîvala Berhemên Çandiniyê li Soranê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera Sêyê ya Festîvala Berhemên Çandiniyê li Soranê hat destpêkirin, û cotkarekî nimûneyî sê tonên berhemên baxê xwe bê pere pêşkêş dike.
Tahsîn Brayîm, ku cotkarekî nimûneyî yê devera Akoyanê ya Rewandizê ye, bi çend cûnên tirî, hinar û berhemên din ên baxê xwe tevlî Gera Sêyê ya Festîvala Berhemên Çandiniyê ya Soranê bûye.
Plana Tehsîn ji ya cotkarên din ên tevlîbûyî cuda ye; Ew dixwaze hemî berhemên ku wî bi xwe anîne, ku nêzîkî sê tonan in, di roja dawiyê ya festîvalê de bê pere li ser welatiyan belav bike.
Tahsîn Brayîm îro (În, 26ê Îlona 2025ê) di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, "Em hatine vê festîvalê da ku em tevlî xweşî û nexweşiyên Soranê bibin. Me nêzîkî 200 cûnên fêkî anîne, di nav de zêdetirî 25 cûnên tirî hene. Her tiştê ku li vê derê ye ji bo berçavkirinê ye û ez dê di roja dawiyê de bê pere pêşkêşî xelkî bikim."
Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî ji aliyê xwe ve got, "Em dê li paşerojê konferansekê li dar bixin, da ku em van berhemên xwemalî ji bo welatiyan bidin nasîn.”
Helgurd Şêx Necîb herwesa got, “Xelkê me ji berê zêdetir li tiştên erzan digere, lê divê em welatiyên xwe ji cudahiyên di navbera van berheman de haydar bikin û wan teşwîq bikin ku xwe bispêrin berhemên xwemalî.”
Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê tekez jî kir, “Herwesa wekî teşwîqkirin û piştevanî, em dê van festîvalan rêk bixin.”
Gera Sêyê ya Festîvala Berhemên Çandiniyê ya Soranê dê bi tevlîbûna 56 cotkaran û berhemên cuda cuda ji bo dema du rojan berdewam be.