Hejmarek rêxistinên nû yên jîngehê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmeke taybet de, ku li Hola Kurdistanê ya Nivîsîngeha Rêxistinên Nehikûmî (NGO) hat lidarxistin, bawernameyên tomarkirinê bi hejmareke rêxistinên nehikûmî yên nû dan.

Piraniya van rêxistinan di warên jîngeh, karên mirovî û gelek warên din de dixebitin û biryar daye ku, bi awayekî xwebexş û bêqazanc xizmeta gel û Herêma Kurdistanê bikin.

Di vê merasîmê de, wan rêxistinan ji ber rêkxistina vê merasîmê û rêzgirtina li karên sivîl û xwebexşiyê li Herêma Kurdistanê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Herwesa ji ber wan hêsankirin û xizmetên ku ji destpêkê heta qonaxa dawiyê ya wergirtina bawernameyên tomarkirinê ji wan re hatibûn pêşkêşkirin jî, wan spasiya Nivîsîngeha rêkxistinên nehikûmî jî kir.

Serokê Nivîsîngeha Rêkxistinên Nehikûmî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Hesen jî ji aliyê xwe ve di gotarekê de pîrozbahî li rêxistinên nûtomarkirî kir û hêvî kir ku, ew mil bi milê bi hikûmetê ji bo xizmetkirina gelê me û pêşxistina welatê me alîkar û hevaheng û piştevan bin.

 

 
Fly Erbil Advertisment