Hawraman: Jiyana li ser pêlikan û raza tenduristiya xwezayî

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Hawramanê, ku bi xwezaya xwe ya dilkêş û mîmariya xwe ya taybet tê naskirin, xwedî şêwazekî jiyanê yê yekta ye ku tê de mirov û xwezayê fêrî zimanê hev bûne û jiyaneke hevpar ava kirine. Li bajarokê Tewêlê, xanî li ser milê hev hatine avakirin ku banê malekê dibe hewşa mala li jorê wê, û pêlik ne tenê rê ne, lê bûne beşek ji jiyana rojane û çanda tenduristiyê.

Mîmariya taybet a Hawramanê wisa kiriye ku kolanên asayî tê de kêm bin û li şûna wan bi sedan pêlik hebin ku mal û taxan bi hev ve girêdidin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran, her kes van pêlikan ji bo çûnûhatina xwe ya rojane bi kar tîne. Ev ne tenê dîmeneke xweşik dide bajarok, lê di heman demê de jiyaneke çalak û tendurist ji xelkê herêmê oeyda dike.

Mihemed Salih, yek ji rûniştvanên temenmezin ên herêmê, dibêje ku ew rojane du-sê caran van pêlikan hildikişe û dadikeve da ku bigihîje mizgeftê an jî bazarê. Ew vê jiyana dijwar lê tendurist weke beşek ji nasnameya xwe dibîne û ti carî nefikiriye ku li cihekî din bijî.

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên jiyana li Hawramanê, girêdana xelkê bi berhemên xwezayî û xwemalî ye. Ji ber cografyaya wê ya çiyayî û dijwar, cotkarî û baxçevanî hewldaneke mezin dixwaze, lê di heman demê de berhemên organîk û bi feyde peyda dike.

Nûrî Şêx Salim, ku di baxçeyê xwe de gûzan berhev dike, amaje bi wê yekê dike ku jiyana li Hawramanê bi zehmet e, lê ev zehmetî wan bihêztir dike.

Li bazara Tewêlê, gelek berhemên weke şimaq, gûz, behîv, tûyên hişkkirî û bacanên sor ên ku li ber tavê hatine hişkkirin têne firotin. Mihemed Reşîd, yek ji firoşkarên bazarê ye, tekez dike ku piraniya van berheman ên herêmê bi xwe ne û ji bax û zeviyên çiyayên Hawramanê hatine berhevkirin. Ev yek jî sedema sereke ye ku xelkê deverê xwedî tenduristiyeke baş in.

Hawraman ne tenê herêmeke geştiyarî ya xwedî dîmenên spehî ye, lê di heman demê de modelek e ji bo jiyaneke lihevhatî ya bi xwezayê re, ku tê de mîmariya kevnar û berhemên xwezayî bingeha çandeke resen û tendurist ava dikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment