Bi biryara Serokwezîr 195 milyar Dînar ji bo Projeya Ava Xebatê hat xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser terxankirina 195 milyar dînaran ji bo avakirina projeya mezin a ava vexwarinê ya Xebatê nîşan da. Tê çaverêkirin ku ev projeya stratejîk pirsgirêka kêmaviyê ji bo zêdetirî 400 hezar welatiyan li devera Xebatê heta sala 2050î çareser bike.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 28ê Îlona 2025an, di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûn nîşan da li ser xercikirina 195 milyar dînaran ji budceya veberhênanê ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê. Hat diyarkirin ku ev dirav dê bi awayê nexdî û qonax bi qonax ji bo cîbicîkirina projeyê were dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi mebesta çareserkirineke bingehîn û demdirêj ji bo pirsgirêka kêmaviyê li sînorê qezaya Xebatê, ev biryar daye. Berî niha di 16ê Tîrmeha 2025an de, Wezareta Şaredariyê ji bo heman mebestê nivîsek pêşkêşî Encûmena Wezîran kiribû.

Projeya Ava Xebatê, wek projeyeke stratejîk a hikûmetê tê binavkirin û di rojekê de dê karibe 120 hezar metre çargoşe ava vexwarinê berhem bîne. Zêdetirî 400 hezar kes li sînorê qezaya Xebatê û nahiyeyên Rizgarî, Tobzawe, Kewrgosk û herwiha 40 gundên derdorê dê heta sala 2050an jê sûd werbigirin.

Li gorî agahiyan, proje ji bilî hejmarek xezanên avê û bingeheke sereke, ji nêzîkî 300 kîlometre boriyên avê û 5 kîlometre xetên elektrîkê pêk tê. Piştî ku Serokwezîr Barzanî razîbûn li ser terxankirina budceyê nîşan da. Tê payîn ku ev projeya mezin di demeke nêz de li Hewlêrê bikeve qonaxa cîbicîkirinê.

 
Fly Erbil Advertisment