Rewşa Îsmaîl Beşîkçî ber başiyê ve diçe
Diyarbekir (K24) – Piştî ku Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Başîkçî nexweş ket û bo nexweşxaneyê hat rakirin di nava kurdên seranserê cîhanê de ev yek bu cihê xemginiyê ku Serokwezîr Mesrur Barzanî jî rewşê ji nêz ve dişopîne û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî spasiya Serokwezîr Mesrur Barzanî kir. Li gorî zanyariyên dawî rewşa Îsmaîl Beşîkçî ber başiyê ve diçe û heskiriyên Îsmaîl Beşîkçî jî dibêjin ew mirovek berxwedêr e û dê ji vê nexweşiyê jî rizagr bibe.
Dostê gelê kurd Nivîskar û Cîvaknas Îsmaîl Beşîkçî li Diyarbekirê dema di Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamed de belgefîlmek derbarê jiyana xwe de temaşe dikir nexweş ket û bo nexweşxaneyê hat rakirin ku bijişkan dan zanîn xwîn rijiyaye ser mejiyê wî. Li ser vê yekê di nava kurdên seranserê cîhanê de xemginiyek çêbû û rewşa Îsmaîl Beşîkçî ji nêz ve hat şopandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bo Weqfa Îsmaîl Beşîkçî da zanîn bo dermankirina Îsmaîl Beşîkçî ew amade ne her cure alîkariyê peşkeş bikin. Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî spasiya Serokwezîr Mesrur Barzanî kir û hat amajekirin careke din hat dîtin ku kurd ji Îsmaîl Beşîkçî hes dikin û ew jî hêjayî vê heskirinê ye.
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz got: “Îsmaîl Beşîkçî jiyana xwe bo kurdan xerç kir, di xewna xwe de jî li ser xebatên kurdolojiyê dixebitî, carcaran ji nişka ji xew radibu, min digot çibu, digot tiştek hat bîra min divê ez binivîsim. Îsmaîl Beşîkçî mirovek berxwedêr e, ez bawer im dê baş bibe û çend rojên din dê vegere nav me.”
Derbarê rewşa Îsmaîl Beşîkçî de bijişk didin zanîn ku ber bi başiyê ve diçe û derhênerê ku jiyana Îsmaîl Beşîkçî wek belgefîlm amade kiribu dibêje Îsmaîl Beşîkçî nirxeke girîng û hêja ye û hemu kêliyên jîyana dikarin bibin mijara hünere.
Derhênerê Belgefîlma bi navê “Îsmaîlê Me” Fatîn Kanat got: “Mamoste ji bo gelê kurdî jî û ji bo tirkên xwedî wijdan jî nirxeke girîng e.Her çiqas ez bi nexweşiya mamoste Îsmaîl Beşîkçî xemgîn bibim jî ez bi vê yekê keyfxweş im xwedîlêderketinek xurt bo mamsote derketiye holê. Ev wêneyê ku îro li vê derê derketiye holê ji bo belgefîlmên pêşerojê dîmenên girîng û hêja ne. Divê ji aliyê nifşên nu ve jî were dîtin ku kurd çiqasî ji Îsmaîl Beşîkçî hes dijkin.”
Heskiriyên Îsmaîl Beşîkçî balê dikêşin ku Îsmaîl Beşîkçî kariye bi nexweşiya xwe jî xizmeta neteweya kurd bike ku îro gelek kesayet, sazî û partiyên kurdan ên ji hev cuda difikirin jî bo Îsmaîl Beşîkçî hatin cem hev û wêneyê yekîtiyê dan raya giştî.