Wezareta Navxwe bi amadebûna Mesrûr Barzanî Rêbera Silametiyê radigehîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê Rêbera Silametiyê ragihîne.

Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê saet 10:00 ê sibeha îro Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) di merasîmeke taybet de Rêbera Silametiyê ragihîne.

Ev rêber heft bergên kodên silametiyê ne û dê bibin bingeha avakirina avahî, cihên xwecihbûnê, westgehên sotemeniyê û hemî projeyên mezin.

Armanc ji wan kodan peydakirina derfetan e, ji bo parastina can û silametiyên welatiyan, ser û malên wan û jêrxaneya Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment