Ragihandinek ji Baregayê Barzanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî ragihandinek li ser êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê weşand, ev jî tekista wê ye:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Em wê êrîşa terorîstî ya ku şeva borî li ser Zeviya Gazê ya Kormorê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin.
Ev êrîş li dijî jêrxaneya aborî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemî welatiyan e.
Her çend ev êrîşên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê pêştir jî gelek caran hatine şermezarkirin jî, lê tenê şermezarkirin bûye û li dijî bikeran tu rêkar nehatine bicihanîn û ew êrîş dubare bûn.
Dema wê yekê hatiye ku li beranberî van êrîşên nerewa pêngavên cidî û kiryarkî bên avêtin.
Baregayê Barzanî
27ê Mijdara 2025ê
