Hoşyar Zêbarî: Êrîşa li ser Kormorê ceribandina gera duyê ya serokatiya Sûdanî ye

Hoşyar Zêbarî
Hoşyar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê di bersiva êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê de ragihand: “Ev êrîş nebûna kontrola hikûmetê li ser komên çekdar îsbat dike, lê di eynî demê de ji bo Mihemed Şiya Sûdanî derfeteka zêrîn e jî ku bi rêya cezakirina tawanbaran şansê xwe yê wergirtina gera duyê xurt bike.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) di peyamekê de, ku li ser tora civakî ya Xê weşandiye, bal kişand ser hûrguliyên êrîşa duhî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê li parêzgeha Silêmaniyê.

Hoşyar Zêbarî amaje da ku, ew êrîş ji aliyê komên milîs ve bi moşekên Grad û ji eniya Xurmatûyê ve hatiye kirin. Bi bawera wî, armanca sereke ya wan êrîşan lêdan û wêrankirina jêrxane û aboriya Herêma Kurdistanê ye.

Hoşyar Zêbarî di xwendina xwe ya ji bo rewşê de tekez li ser wê yekê jî kir ku, dubarebûna vê êrîşê wê rastiyê piştrast dike ku Hikûmeta Iraqê kontrol li ser van koman nîne.

Zêdebarî wê yekê jî, ev siyasetmedarê kurd li wê bawerê ye ku, ev qebxwazî dikare bibe westgeheka girîng ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber ku niha derfeteka zêrîn heye ku ew desthilatdariya hikûmeta xwe bisepîne û bikerên wan êrîşan ceza bike, pêngavek e ku heke bi wêrekî bê avêtin, dê rêxweşker be ku baweriyê ji bo wîlayeta duyê ya desthilatdariya xwe bi dest bixwe.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment