Rêvebirê Efrînê li gel Ehmed Şera mijara zimanê kurdî gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Herêma Efrînê Mesûd Betal li bajarê Helebê bi Serokê Rêveberiya Demkî ya nû Ehmed Şera re civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin, di serî de jî, pirsa tevlîkirina zimanê Kurdî di proseya perwerdeyê de bû.
Navenda Ragihandinê ya Efrînê îro 28ê Îlonê di daxuyaniyekê de belav kir, Berpirsê Herêma Efrînê Mesûd Betal li bajarê Helebê bi Serokê Rêveberiya Demkî ya nû Ehmed Şera re civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin, di nava wan de jî, pirsa tevlîkirina zimanê Kurdî di proseya perwerdeyê de hate rojevê.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Efrînê, Şera di civînê de amadebûna xwe ji bo nîqaşkirina vê mijarê nîşan daye û tekezî li ser wê yekê kir ku ew "bi amadebûneke tam" li ser vê mijarê radiweste û dê "bi awayekî ku xizmeta hemû pêkhateyên herêmê bike" bê gotûbêjkirin.
Herwiha, di hevdîtinê de behsa rewşa xizmetguzarî û ewlehiyê ya li Efrînê jî hate kirin û li ser giringiya berdewamkirina xebatan ji bo pêkanîna aramî û pêşxistina bajêr tekezî hate kirin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera duh 27ê Îlonê li Helebê bi rêveberiyê Zanîngeha Helebê û Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê ya parêzgehê re civiyabû. Di civînê de pêşxistina perwerdeyê û lêkolîna zanistî, herwiha zehmetiyên ku rûbirûyî proseya perwerdehiyê dibin û çareserkirina wan hatin gotûbêjkirin.
Her di vê derbarê de jî, Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) duh 27ê îlonê, bi bangewaziyekê daxwaz ji Rêveberiya Demkî ya nû ya bi serokatiya Ehmed Şera kir ku biryara rawestandina hînkirina zimanê Kurdî li dibistanên herêmê jinûve binirxîne û vî mafî vegerîne.
Di bangewaziyê de, ku roja 27ê Îlonê hatiye belavkirin, hat destnîşankirin ku zimanê zikmakî li gorî peymanên navdewletî û rêxistina UNESCO mafekî bingehîn ê mirovan e. Herwiha diyar kir jî, zimanê Kurdî di serdema Rêveberiya Xweser de û piştre di bin sîwana Hikûmeta Sûrî ya Demkî de heta sala 2024an bi awayekî fermî dihate xwendin û di vî warî de gavên girîng hatibûn avêtin, wekî vekirina enstîtuyeke taybet ji bo amadekirina mamosteyên Kurdî li Zanîngeha Efrînê.
ENKSê da zanîn, lê belê, piştî guhertinên siyasî yên dawî, hînkirina zimanê Kurdî li deverên piraniya wan Kurd in, wek Efrînê, hatiye rawestandin.
ENKSê ev pêngav wek dijberî prensîbên şoreşa Sûriyeyê, ku banga azadî, rûmet û edaletê dikir û herwiha dijberî rêzgirtina ji pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê re binav kir.