Dana Ebdilkerîm: Hejmareke projeyan li Helebçeyê tê bicîhanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Avakirin û Xwecîhkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, li paşerojê hejmareke projeyên rêyan dê li parêzgeha Helebçeyê bê bicîhanîn.
Wezîrê Avakirin û Xwecîhkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdilkerîm li parêzgeha Helebçeyê ji Kurdistan24ê re ragihand, “Xebata li ser du projeyan li vê parêzgehê berdewam e, qîrkirina rêya Milegeçîneyê qediyaye û ji bo welatiyan hatiye vekirin.”
Dana Ebdilkerîm herwesa got, “Dirêjahiya wê rêyê heft kîlometir û 200 metir e û gojimê wê ji 600 milyon dînaran zêdetir e û xwecihên wan gundan dê feydeyî jê werbigirin, herwesa hejmareke zêde ya serdankeran jî ji bo geştyarê serdana wê derê dikin.”
Navbirî amaje jî da ku, di demeke din de projeyeke din li Helebçeyê tê bicîhanîn, yek ji wan projeyan jî rêya Merzî Sazan e, ku dê ji bo welatiyên wê deverê xizmeteke baş be.