8 welatên Erebî û Îslamî piştgiriyê didin plana Trump a ji bo “Aşitiya Xezzeyê"

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşt welatên Ereb û Îslamî di daxuyaniyeke hevpar de, piştgiriya xwe ji bo hewl û plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û bidawîkirina şerê li Xezzeyê ragihandin.
Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Urdun, Îmarat, Misir, Qeter û welatên din ên Ereb û Îslamî duh 29ê Îlonê di daxuyaniyeke hevpar de piştgiriya xwe ji bo hewlên Trump ên ji bo bidawîkirina şerê Xezzeyê ragihandin. Herwiha wan welatan amadehiya xwe nîşan da ku ji bo misogerkirina cîbicîkirina lihevkirinê, bi Washington û aliyên pêwendîdar re hevkariyê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser platforma civakî "X" pesnê hewlên Trump ên ji bo agirbesta li Xezzeyê û rawestandina rijandina xwînê da û nivîsî: "Tirkiye amade ye ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û serxistina pêvajoyê her cure piştgiriyê bide."
Ev piştgirî di demekê de tê, ku Serokê Amerîkayê Trump duh li Koşka Sipî pêşwazî li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir. Her du serokan tekez kirin ku Îsraîl bi plana Trump a ji bo aştiya Rojhilata Navîn pabend e.
Pêştir jî Trump roja 23ê Îlonê li perawîza civînên Komelaya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, bi serokên Tirkiye, Misir, Pakistan, Qeter, Îmarat, Urdun û Îndonezyayê re civiyabû. Civîn bi taybetî li ser mijara bidawîkirina şerê Xezeyê û azadkirina barimteyan bû.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff derbarê planê de got: "Me planeke bi navê 'Plana 21 Xalî ya Trump' ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û Xezeyê pêşkêşî wan welatan kiriye."