Pizîşkiyan: Eger ceza bên rakirin, em ji bo danûstandinê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di 80emîn Civîna Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ragihand, eger cezayên li ser welatê wî bên rakirin, Tehran ji bo danûstandinê amade ye. Pizîşkiyan herwiha tekez kir ku welatê wî naxwaze bibe xwedî çekê atomî.
Di hevpeyvîneke ligel kanala NBC News a Amerîkî de, Pizîşkiyan got: "Me bi eşkereyî ragihandiye ku em di bin ti şert û mercî de li dû pêşxistina çekê atomî nînin. Ew (welatên Rojava) dixwazin ji cîhanê re bibêjin ku em ber bi çekê atomî ve diçin; ev yek bi temamî şaş e. Em ji bo her cure zelalkirinê di vî warî de amade ne."
Derbarê pirsa gelo Îran dê rê bide hemû çavdêrên Neteweyên Yekgirtî ku serdana hemû navendên wê yên atomî bikin, Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku ev mijar di gotûbêjan de tên behskirin û got: "Biryar bû mekanîzmayên cezayan bên rawestandin da ku ew bikaribin werin serdanê. Pirsgirêk ew e ku wan ev diyalog qebûl nekir û dixwazin li ser heman rêyê berdewam bin."
Pizîşkiyan behsa hewldanên Ewropiyan ên ji bo danûstandinê kir û derbarê pêknehatina hevdîtinan de wiha axivî: "Biryar bû wezîrê me yê derve bi Amerîkiyan re bicive, lê beriya wê wan mercek danî ku divê em pêşî mercên wan qebûl bikin berî ku gotûbêj dest pê bikin. Ji ber vê yekê ti danûstandin pêk nehat."
Serokkomarê Îranê herwiha diyar kir, ew amade ne veberhênana Amerîkî li welatê xwe qebûl bikin û got: "Em li Îranê amade ne ku veberhênana Amerîkayê werbigirin û cezayan rakin, piştî wê em dikarin ji bo danûstandinê rûnin."
Pizîşkiyan di dawiyê de dubare kir, niyeta wan a çêkirina çekê atomî nîne û got: "Dema em vê yekê dibêjin, ev tê wê wateyê ku em amade ne di hemû çarçoveyên navneteweyî de ji bo misogerkirina vê yekê hevkariyê bikin."