Encûmena Ewlehiyê ya Tirkiyeyê: Em tevlîbûyîyên sereke yên ewlehî û tenahiya deverê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand, “Em tekezê li ser devereke tena û dûrî terorê dikin, herwesa em bizavên Parlamentoyê ji bo binecihbûna aştiyê jî bilind dinirxînin.”
Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) bi serperiştiya Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya.
Di ragihandina wê civînê de hatiye, “Bi arasteya Tirkiyeya bê teror nirxandin ji bo pêşketina bizavên Parlamentoyê hat kirin, herwesa îradeya garantîkirina ewlehiya domdar bi hilweşandina dîwarê terorê hat tekezkirin.”
Herwesa amaje hat dayîn ku, di wê civînê de tekez li ser wê yekê jî hatiye kirin ku devereke dûrî terorê û tu xuyakirineke terorê li cîranên me nayê tehemûlkirin û erdnîgarî û berfirehbûna li ser bingeha terorê bi tu awayekî destûrdayî nabe.
Her di wê ragehandinê de hatiye gotin ku, hawîrdoreke tena, xweş û ewle li deverê û Tirkiyeyê pareke sereke ya wê pêvajoyê ye û tekez li ser berdewamiya wê jî kir.
Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku, Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê behsa aktor û mijarên ku gefê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê, yekîtî û serweriya wê dikin. Herwesa got, “Em piştgiriyê didin ewlehî, tenahî û berfirehiya Iraqê.”