Wezareta Pêşmerge û hêzên Amerîkayê pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re li ser pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan nîqaş kirin.

Li gorî ragihandinekê ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatiye weşandin, Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzer îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) bi Serokê Nivîsgeha Hevkariya Ewlehiyê ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Kolonel Dec Pilwek re civiya.

Li gorî wê ragihandinê, di wê civînê de bizavên dawiyê yên Wezareta Pêşmerge di pêvajoya dubare yekkirina yekîne û hêzên cuda yên Pêşmergeyan de û nirxandina çawaniya birêvebirina pêvajoya yekkirinê hatin nîqaşkirin.

Her li gorî wê çavkaniyê, wan bal kêşa ser qonaxên pêkanîna yadaştnameya hevfêmkirinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de jî. Herwesa herdu alî li ser bicîhanîna bend û xalên di nav wê karnameyê de hevnerîn bûn.

Wezareta Pêşmerge herwesa ragihand, “Ferîq Rukin Îsa Uzer di wê civînê de tekez li ser wê yekê jî kir ku, ew pabendî pêvajoya çaksaziyê û rêxistina hêzên Pêşmergeyan in û dê berdewam bin heta ku wê pêvajoyê bi temamî digihînin encamê.

Wezareta Pêşmerge eşkere jî kir, “Ferîq Rukin Îsa Uzer û Kolonel Dec Pilwek li ser zêdetir hevahengî û girîngîdana bi têkiliyên di navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de li Herêma Kurdistanê li hev kir, ji bo temamkirina tevaya wê pêvajoya ku Wezareta Pêşmerge bi piştevaniya temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dimeşîne.

 
Fly Erbil Advertisment