Bi fermana Serokwezîr, koma duyem a nexweşên Talasemiyê bo derveyî welat hat şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Cotmeha 2025an, koma duyem a nexweşên talasemiyê ji bo wergirtina çareseriyê û çandina moxê hestî, ber bi derveyî welat ve hatin şandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, koma nexweşan ku ji 40 welatiyên bi talasemiyê, ligel bexşer û hevalên wan pêk dihat, sibeha îro ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat birêkirin. 

Wezaretê da zanîn ku ev pêngav piştî encamdana pişkinînên bijîşkî û rêkarên zanistî tê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû xerciyên çûn, veger, mana li nexweşxaneyê, pişkinîn, neştergerî û çareseriyê digire ser xwe.

Ev proje, beşek e ji bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo şandina 140 nexweşên talasemiyê bo wergirtina çareseriyê, ku budçeyeke nêzîkî 11 milyar dînaran jê re hatiye veqetandin. Nexweş ji bo hejmarek nexweşxaneyên pêşketî yên xwedî bawernameya navdewletî (JCI) tên şandin û çareserî hem ji bo nexweşên ku bexşerên wan hene û hem jî yên ku nînin, tê dabînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî li Firokexaneya Hewlêrê, peyama xemxwarî û piştgiriya Serokwezîr gihand nexweş û malbatên wan û spasiya Serokwezîr ji bo vî projeyê mirovî kir. 

Dr. Berzencî hêviya şîfayê û vegera bi silametî ji wan re xwest û da zanîn ku niha 72 welatî ji koma yekem hêj li nexweşxaneyan di bin çareseriyê de ne û di rojên pêş de dê koma sêyem jî were birêkirin.

Şandina van nexweşan beşek e ji karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo girîngîdana bi sektora tenduristiyê û dabînkirina çareseriya pêwîst ji bo wan welatiyên ku bi nexweşiyên demdirêj ketine.

 
Fly Erbil Advertisment